Mijdar 14, 2021 19:25 Asia/Tehran
  • Navenda Sîsmolojiyê ya Amerîkayê ragihand ku mezinahiya erdheja Hormuzganê 6.3 Rîşteran bû

Navenda Erdhejnasiyê ya Amerîkayê (USGS) wek yek ji çavkaniyên sereke ji bo tomarkirina rast a erdhejên li deverên curbicur ên cîhanê, mezinahiya erdhejên ku îro piştî nîvro (Yekşemê) deverên başûrê Îranê hejandin, bi rêzê 6 û 6.3 li ser pîvana pêlên hundirîn ên erdê anku Richter ragihandin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Li gorî Saziya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê, ev erdhej îro saet 15:36:56’an de di kûrahiya 18 km’yê de pêk hatiye.

Cih û navenda erdhejê hêla 26.80 bakurî û 55.87 rojhelatî  û 15 km bû. Ev erdhej dûrî Lafta Hormuzgan, 20 km dûrtir ji Sûza vê parêzgehê û 27 km dûrî Dergahana Hormuzganê qewmî.

Ji bilî parêzgeha Hormuzganê, ev erdhej li parêzgehên Kirman û Farsê û hin welatên cîranên başûrê Îranê jî hatiye hîskirin.
Şêniyên navçeyên erdhejgirtî malên xwe terikandin û daketin kuçe û kolanan.

Serepeyv