Edmîral Seyarî: Pêkanîna tetbîqata leşkerî nîşana şiyana Îranê ya berevaniyê ye
Fermandarê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400î ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Pêkanîna tetbîqatên leşkerî nîşana şiyana berevaniya welêt e ku bi awayê salane an di qonaxên demî yên hewc tên lidarxistin.
Li gorî rapora ISNAyê, Emîr edmîral Hebîbullah Seyarî, Fermandarê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400î ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Alîkarê hevahengker ê Artêşa Îranê got: Di lidarxistina tetbîqata vê dawiyê da derdora 150 senaryo û 50 temrîn ji bo 4 hêzên artêşê (bejahî, deryayî, asimanî, bergiriya asimanî) hatin diyarkirin û ketin operasiyonê.
Fermandarê Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Zolfeqara 1400î ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Armancên operasiyonê di riya armancên stratejîk da ne ku nîşana iqtidara artêşê û vê rastiyê ne ku her cûre destdirêjiyek dê tûşî bersiva dijwar were.
Edmîral Seyarî her wiha tevî tekeziya li ser girîngiya hêza deryayî ya artêşê wek hêzeke stratejîk, got: Hêza deryayî ya artêşa Îranê derbasî deryayên azad dibe û hêlên hatûçûnê li hemberî diyardeya diziya deryayî li Kendava Edenê diparêze.