Xetîbzade: Bi derketina Amerîkayê ji Iraqê, dê aştî û aramî li vî welatî pêk were
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Eger Amerîka ji Iraqê derkeve, dê aştî û aramî li vî welatî pêk were.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna xwe ya hefteyî di gel nûçegihanan wek bersiva pirsa ajansa IRAN Pressê derbarê alûgorên ewlehiyê yên vê dawiyê li Iraqê, got: Hemî welat divê rêzê li qanûna Iraqê bigirin û Amerîka ji bo pêkhatina ewlehiyê, divê herî zû terka axa Iraqê bike.
Xetîbzade tevî amajeya bi peywendiya telefonî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê di gel Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê, got: Hemî welat divê alîkariya dewleta Iraqê bikin, ji ber ku pêkhatina aştî û aramiyê li vî welatî hewcedara hevkariyê ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha derbarê gotinên Cîk Salîvan Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê derbarê vêya ku egr "Îran veger Lihevkirina Navokî, Amerîka jî dê vegere", got: Amerîka divê bizzane ku endamê Lihevkirina Navokî nîne û nikare hin gotinan li endamên din ên vê peymanê girêde, an dixwazinan ji wan bike.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê destpêbûna gotûbêjên Îranê tev Koma 4+1ê ji bo rakirina boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê, got: Îran madem ku bi awayekî tekûz piştrast nebe ku boykot bi awayê yekcarî, bibandor, bi garantiya rasteqîn û ceribandina rastiyê tên rakirin, dê Lihevkirina Navokî muheqeq neke.
Xetîbzzade got: Elî Baqirî, alîkarê siyasî yê Wezîrê derve yê Îranê di rojên bê da dê serdana sê welatên ewropî yanî Fransa, Almanya û Brîtanyayê û renge Spanyayê bike û derbarê Lihevkirina Navokî û mijarên navçeyî bi wan ra bişêwire.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Eger hemî endamên gotûbêjker di gel Îranê derbarê yekemayetiya rakirina boykotên ku Azmerîkayê piştî derketina ji Peymana Navokî li ser Îranê sepandine, piştrast bibin, wê demê em ê bikarin bibêjin ku gotûbêj ketine ser riyeke rast.