Mijdar 07, 2021 15:08 Asia/Tehran
  • Îranê swîqesta li canê serokwezîrê Iraqê şermezar kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê swîqesta li canê serokwezîrê Iraqê şermezar kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Yekşemiyê tevî şermezarkirina swîqesta li canê Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê, li ser helwêsta neguhêr û berdewam a Komara Îslamî ya Îranê ya piştevaniya ji aramî û ewlehiyê li Iraqê tekez kir.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî daxwaza hişyariya giştan derbarê komployên ku ewlehî û pêşketina Iraqê kirine armanc, ev cûre bûyer li ser xêra hin aliyan da zanîn ku di 18 salên borî da, dest avêtine ewlehî, aramî, serxwebûn û yekparçetiya axa Iraqê û bi pêkanîna komên terorîstî û komplogeriyê, li pey bidestxistina armancên xwe yên şûm li navçeyê ne.

Xetîbzade tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji tendurustiya Mistefa Kazimî, hêvîdarî kir ku gel, dewlet û tevgerên siyasî yên Iraqê bi yekîtî û hevgirtin, rewşê ji bo pêşketina Iraqê xweş bikin.

 

Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê qala êrîşa bi dronan ser mala Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî kir.

Li gorî rapora berbanga Yekşemiyê ya IRNAyê, Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê di vê daxuyaniyê da ragihand ku biryara terora Mistefa Kazimî bi êrîşa droneke bombebaarkirî li ser cihê mayîna wî li navçeya kesk a Bexdayê tûşî şikestê bûye.

Li gorî vê daxuyaniyê, di vê êrîşa bi dronê da tu ziyanek li serokwezîrê Iraqê neketiye.

 

Serokwezîrê Iraqê di twîterê da nivîsî: Halê min baş e. Ez li nav gel im û ji giştan dixwazim bila aram û ser hemdê xwe bin.

 

 

 

Serepeyv