Radyoya 'Îrana Mayînde' di yekem roja Hefteya Bergiriya Sivîl hat vekirin
Di yekemîn roja Hefteya Bergiriya Sivîl da berpirsên beşa Radyoyê ya Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li Rêxistina Bergiriya Sivîl, Radyoya 'Îrana Mayînde' vekir.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Di merasima vekirina Radyoya 'Îrana Mayînde' da, Şahîd Muzeferî, qayîm meqamê beşa Deng a Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê û sertîpê pasdar Xulamreza Celalî, Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl beşdar bûn.
Radyoya 'Îrana Mayînde' li ser pêla FM bi naveroka fêrkarî û ragihandina Bergiriya Sivîl li ber destê guhdaran e.
Şahîd Muzzeferî, Qayîm meqamê beşa Radyoyê ya Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê di merasima vekirina Radyoya 'Îrana Mayînde' da got: Di Radyoya 'Îrana Mayînde' da berçavgirtina raya giştî û danûstandina tev gelê Îranê bi armanca xurtkirina asta ewlehiyê li Îranê di destûra kar da ye.
Serdar Celalî, Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl jî got: Guherîna çekan û stratejiya dijmin ji êrîşa leşkerî ji ber zêdebûna hêza Pêşîlêgirtinê ya Îranê ye ku bûye sebeb dijmin fikra şerê rasterast ji serê xwe derxîne, ji ber ku li ser hêza Îranê ya pêşîlêgirtinê agah e.
Serdar Celalî her wiha got: Stratejiya Rêxistina Bergiriya Sivîl xurtkiirna babetên berevaniyê li gorî cûreyên gefan e.
Roja 8ê Abanê (30ê Cotmehê), salroja fermana Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji bo damezirandina komîteya hertimî ya Bergiriya sivîl e û di salnameya fermî ya Îranê da wek Roja Bergiriya Sivî hatiye binavkirin.