Cotmeh 26, 2021 09:43 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Duyemîn civîna cînarên Efxanistanê li Têhranê dê were lidarxistin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê qala lidarxistina civîna wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê zêdeyî Rûsiyê li Têhranê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di civîna nûçeyî ya îro Sêşemî qala lidarxistina civîna wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê zêdeyî Rûsiyê li Têhranê kir û got: Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibe (Çarşemî) dê vê civînê veke û tê da biaxive.

Xetîbzade got: Ev civîn dê sibe bi beşdariya 6 welatên cînarê Efxanistanê were lidarxistin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Wezîrên derve yên Uzbekistan, Tacîkistan, Tirkmenistan û Pakistanê bi awayê amadehî û wezîrên derve yê Çîn û Rûsiyê dê bi awayê online beşdarî vê civînê bibin.

 

 

Serepeyv