Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Îranê ya şermezarkirina êrîşa terorîstî li ser mizgefa Fatimiyeyê (S) li Qendihara Efxanistanê
Wezareta karên derve ya Îranê bi daxuyaniyekê êrîşa terorîstî li ser Mizgefta Fatimiyeyê (S) li Qendihara Efxanistanê şermezar kir.
Wezareta karên derve ya Îranê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand, Careke din destê dijminên Îslam û misilmanan ji hûçikê terorîstên cinayetkar ên tekfîrî hat der û komeke din a gelê bindest ê Efxanistanê di dema nimêja Înê da bi xwînê gevizand.
Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Îranê da hatiye: Wezareta karên derve ya Îranê êrîşa terorîstî ya kordilên tekfîrî li ser mizgefta Fatimiyeya Qendiharê ku ji ber ku komeke mezin a beşdarên nimêja înê şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar dike û sersaxiyê dide malbatên rêzdar ên şehîdan û gelê ezîz ê Efxanistanê.
Di vê daxuyaniyê da hatiye: Careke din em derbarê komployên duberetîçêker ên dijminên umeta îslamê hişyarî didin û li ser pêwîstiya yekîtî û yekparçetiya şîe û suneyan û redkirina tundî û zêdegaviyê bi navê îslamê tekez dikin.
Di vê daxuyaniyê da hatiye tekezkirin: Ev bûyera diltezîn û bûyerên diltezîn ên berê ji wan êrîşa pêşîn li ser nimêjkaran li Qundûzê, pêwîstiya zêdekirina baldariyê û duberaberkirina parastina navendên mezhebî yên şîe û suneyan û kombûnên din ên Efxanistanê zêdetir ji ber diyar dike.
Wezareta karên derve ya Îranê her wiha ragihandiye: Komara Îslamî ya Îranê piştrast e ku xwîşk û birayên misilman li Efxanistanê bi hevdilî û hevfikirîn û alîkariyê dê komployên duberetîçêker ên dijminên xwe pûç bikin.