Qasimî: Ti rê ji Îranê re nayê girtin
Wezîrê Rê û Bajarvaniyê yê Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku pirsgirêka rêya Norduz a ber bi Ermenistanê û korîdora Qafqasyayê ve dê were çareserkirin û nexşeya transîtê ya herêmê jî dê di demeke nêz de bi temamî bê guhertin: "Ji Îranê re tu rê nayê girtin."
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNAyê, Rostem Qasimî di vê twîtê de nivîsî: "Bi wezîfeya taybetî ya ku ji alîkar û cîgirên wezaretê re hatî dayîn, dê pirsgirêka riya Norduz ber bi Ermenistanê û korîdora Qafqasyayê were çareser kirin û di demeke nêzîk de nexşeya veguhastinê ya wê herêmê dê bi tevahî bê guhertin. "
Rostem Qasimî herwiha got: "Yên ku di vî warî de fesadî û fitnekarî kirin divê bizanibin ku tu rê ji me re nayê girtin, lê pirên şikestî yên li paş wan bi hêsanî nayên tamîr û ava kirin!"