Cotmeh 07, 2021 12:49 Asia/Tehran
  • Çêkirina merasima şînê di salvegera şehadeta Îmam Riza (S) de, bi beşdariya rêberê inqilaba îslamî

Merasîma şîna salvegera şehadeta Îmam Elî îbni Mûsa el-Riza (es), heştemîn îmamê şîeyên cîhanê li Husêniyeya Îmam Xumeynî bi beşdariya Hz. Ayetullah Xamineyî rêberê mezin ê inqilaba îslamî hat lidarxistin.

Li gorî bingeha agahdariyê ya Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî, Hucet-ul-Îslam wel-Muslîmîn Refiyî, di axaftinekê de ji gotin û rîwayetên îmam Riza (s) derheq hêviyên wî hezertî ji peyrewên xwe, got: Hişmendî û aqilmendî di karûbaran de, nermbûn tê vê wateyê ku meriv di rêka wilayetê de tevdigere û ji zêdegaviyan dûr bikeve, di jiyan û civakê de li ser Quranê û Sunnetê bisekine û  qayide û qirarên şerîetê berçav bigire û karên lê ferz bûye û wezîfeyên olî yên xwe bi cih bîne, evana ji bendewariyên Îmam Riza (es) in ji peyrewên mekteba Ehlê Beytê.

Di vê merasîmê de, medah û pesnbêjê Ehlê Beytê (es) jî lava gotin û behsa belayên bo Ehlê Beytê (es) kir.

Îro (Pêncşem), 30 Sefera 1443 Hicrî Qemerî, beramber 7 Cotmeha 2021, salvegera şehadeta Hezretê Îmam Riza (S), Îmamê heştem ê şîeyên cîhanê ye.

Serepeyv