Îlon 28, 2021 19:52 Asia/Tehran
  • Ji despêka pandemiya Koronayê li Îranê heya niha, nêzîkî 120 hezar kesan ji ber wê can dane

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 239 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 119 hezar û 888 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Pêncşemê 23 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 701 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan  hezar û 821 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 559 hezar û 691 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 988 hezar û 109 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Herwiha 6 hezar û 124 nexweşên bi Covid 19 li beşên lênihêrîna kûr de yên nexweşxanan têne derman kirin.

Heya nuha, 31 mîlyon û 976 hezar û 745 ceribandinên tespîtkirina Covid 19 li Îranê hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 36 mîlyon û 908 hezar û 191 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 15 mîlyon 824 hezar û 520 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê gihêştiye 52 milyon û 732 hezar û 711 dozan.

Serepeyv