Wezareta Îtileatê ya Îranê: Serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin
Îlon 28, 2021 18:44 Asia/Tehran
Wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Îranê ragihand ku serkirdeyekî komek terorîst hat kuştin û endamên sereke yên vê komê jî hatin girtin.
Li gorî ragihandina bingeha agahdarkirinê ya Wezareta Îtileatê, bi saya gavên îstixbaratî yên hêzên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê, komeke terorîst ku bi piştgirî û birêveberiya servîsên sîxorî yên welatên neyar dil hebû di nav welêt de kiryarên sebotaj û xirabkariyê bike hat îmhakirin û serokê wê hate kuştin .
Herwiha endamên sereke ên vê koma terorîst jî hatin girtin.Hûrgiliyên vê operasiyona hêzên ewlehî û îstixbaratê yên Îranê di belgefîlmek bi navê "Hezar Kêr" îşev di beşên nûçeyan ên Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê de tên weşandin.