Tebax 26, 2021 12:11 Asia/Tehran
  • Hikûmeta 13-an a Îranê peymana xwe derheq armqancên Îmam Xumeynî (re) nûkir

Endamên kabîna hukumeta 13 -an, bi amadebûna li ser mezarê damezrênerê Komara Îslamî ya Îranê, peymana bi armanc û îdealên Îmam Xumêynî (RE) û Inqilaba Îslamî nû kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Raîsî û endamên kabîneyê îro (Pêncşem) hevdemê Hefteya Hikûmetê li Îranê bi amadebûna li ser mezarê damezrênerê Komara Îslamî, peymana xwe derheq armancên Îmam Xumêynî (RE) û Şoreşa Îslamî nû kirin. 

Civînên pêdaçûna jêhatîbûn û dengdana pêbaweriyê ji kabîneya 13 -an re duh (Çarşem) li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bidawî bûn û ji 19 wezîrên pêşniyarkirî, tenê wezîrê perwerdê ji parlemanê dengê baweriyê negirt. 

Hin wezîran duh bi amadebûna li wezaretên bin destê xwe û warên xebatê dest bi çalakiyên xwe kirin.

Serepeyv