Tebax 24, 2021 16:49 Asia/Tehran
  • Ti balafireke revandî ya Ukayînayê neanîne Îranê

Berdevkê Saziya Firokevaniya Sivîl a Îranê revandina balafira Ukraynayê û anîna wê bo Îranê red kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Iranpressê, Mihemed Hesen Zêybexş, berdevkê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê, ragihand ku balafireke Ukraynayê duh êvarê ji Balafirgeha Kabulê li balafirgeha Meşhedê rûnişt û piştî ku di saet 21:50 de li balafirgeha Meşhedê benzîn lê kirin ji Meşhedê çû Ukraynayê û saet 21:50 li Kîevê payetxta vî welatî dake.

Zêybexş her wiha got: Pirsgirêka revandina balefirê, ku di hin medyayan de hate ragihandin, ji binî ve derew e, lê di vî warî de, divê em bi rayedarên ewlehiyê yên Desteya Balafirgeha Sivîl û rayedarên bilind re jî hevahengiyê bikin da ku agahdariyên teqez werin dayîn.

Ji aliyê din ve ajansa Rûsî ya RIA Novosti,ragihand ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê Oleg Nikolenko nûçeyên ku dibêjin balafireke vî welatî ji Efganistanê hatiye revandin derewandin û di dewamê de got: "Hemî balafirên Ukraynayê ku çûne Efganistanê ji bo vegerandina welatiyên ukraynî bi silametî vegeriyane Kievê."

Nikolenko herwiha tekez kir: "Li Kabul û ti cîheke din balafirên Ukraynayê nehatine revandin û raporên revandinê yên belavbûyî di medyayê de ne rast in."

Eva di rewşekê de ye ku alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Yevgeny Yenin îdîa kiribû ku balafira vî welatî ya ku ji bo derxistina welatiyên Ukraynayî çûbû Kabûlê, ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û ew birne Îranê.

Serepeyv