Tebax 20, 2021 12:06 Asia/Tehran
  • WHO: 8.5 mîlyon dozên vaksîna koronayê jj Îranê re tê şandin

Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Nêzîkî 8.5 mîlyon dozên vaksîna koronayê dê di Tebax û Îlona îsal de derbasî Îranê bibin.

Nûnerê WHO Cefer Husên li Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de der barê derzîlêdana vaksîna koronayê li Îranê ragihand ku belavbûna pandemya Koronayê li Îranê û bandora wê ser meaş, jiyan û tendirustiya gelê Îranê jê re fukara çêdike  û nivîsî: Heya nuha, zêdetirî 5 mîlyon dozên derziya vaksîna Covid-19 bi mekanîzma Kovacs gihîştine destê Îranê. Di vê navberê de, dê di Tebax û Îlona îsal de 8.5 mîlyon dozên din jî bi vê mekanîzmê werin hinardekirin bo vî welatî.

WHO di dewamê de nivîsiye:Tevî zêdebûna mirina ji ber Koronayê li Îranê, rapor diyar dikin ku astên vaksînasiyonê li Îranê pir kêm e. Heya 16 Tebax 2021, tenê % 13.1 ê ji gişt nifûsa Îranê doza yekem a vaksîna Covid-19 wergirtine û % 5.15 jî doza duyem a vê derziyê wergirtine.

WHO daxwaz ji gelê Înranê dike ku rola xwe di girtina pêşiya belavbûna Koronayês de girîng bibînin û û divî warî de cidî bibin.

Serepeyv