Hejmara şehîdên teqîna mînê li Dêhlorana rojavayê Îranê zêde bû
Tebax 15, 2021 18:43 Asia/Tehran
Hejmara şehîdên bûyera teqîna mînê li navçeya Şerhaniyê li şaristana Dêhlorana parêzgeha Îlamê li rojavayê Îranê bû du kes.
Li gorî rapora Fars Newsê, Li pey teqîna mînê li navçeya bîranîna şehîdên Şerhaniyê li şaristana Dêhlorana Îlamê, hejmara şehîdan gihîşte 2 kesan.
Du kes jî birîndar bûne û Îlamê hatine rakirin.