Reîsî: Têkilî û hevkariya welatên herêmê, bêyî destwerdana biyaniyan, ji bo ewlehiya domdar şertek pêdivî ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re, tekez kir ku danûstandin û hevkariya welatên herêmê, bêyî destwerdana biyaniyan, ji bo ewlehiya mayînde şerteke pêdivî ye.
Serokomarê Îranê Seyd Ibrahimbrahîm Reîsî îro Sêşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên re hevdîtin kir û spasiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku ew vexwendiye bo beşdarî civîna "Welatên Cîranên Iraqê û got: "Çalakiya Iraqê ji bo lidarxistina vê civînê çalakiyek pîroz e."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de, destnîşan kir ku Îran destwerdana biyaniyan di karûbarên herêmê de sebeba tengasî û metirsîdar dibîne, çawa ku ew diyalogê di navbera welatên herêmê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û başkirina têkiliyan wekî ewlehî û aramiyê bi bandor û bi feyde dibîne û di dewamê de got. : Hevkarî û bi hevrayiya welatên Herêm bêyî destwerdana biyaniyan ji bo aramî û ewlehiya mayinde, sazkirina aşitiyê û dabînkirina refahê ji bo neteweyên herêmê şerteke pêdivî ye.
Reîsî got: "Îran ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê hertim hesas û bi fikar e û Îran pêşketin û geşedana Iraqê wek pêşketin û geşedana xwe dibîne."
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî vexwendinnama Serokwezîrê Iraqê radestî Serokomarê Îranê kir û lidarxistina "Civîna Welatên Cîranên Iraqê" wekî pêngavek ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî û pêşkeftina aborî ya welatê xwe bi nav kir û got: Ev civîn gavek e ji bo danîna xêmê avakirina tevgerek kolektîf a welatên herêmê ku dikare ewlehiya mayînde li herêmê biafirîne.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê destnîşan kir ku bêyî hebûna Îran û Iraqê ewlehiya mayînde li navçê ne mimkun e û wiha got: "Lidarxistina vê civînê dê bibe bingehek ji bo diyalogê di navbera welatên herêmê da ku lihevkirineke komî li herêmê pêk were."