Zêdebûna jimara mirî û pêketiyên Koronayê li Îranê di 24 saetên borî de
Tebax 05, 2021 00:03 Asia/Tehran
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 409 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 92 hezar û 194 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 4 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 39 hezar û 357 kesên din bi Koronayê ketin ku 4 hezar û 263 kesên wan di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 19 hezar û 84 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 444 hezar û 798 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.