Tîrmeh 29, 2021 18:38 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê: Di 24 saetan de 292 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 292 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 90 hezar û 74 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncêşemê 29 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 34 hezar û 433 kesên din bi Koronayê ketin ku 3 hezar û 506 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin. Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 826 hezar û 447 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 329 hezar û 65 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv