Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 213 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 213 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 87 hezar û 374 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 19 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 25 hezar û 441 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan du hezar û 740 kes di nexweşxanan hatin razandan.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 548 hezar û 704 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 152 hezar û 653 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatan derbarê vîrusa korona li seranserê cîhanê de zêdetirî 191 mîlyon kes bi nexweşiya Koronayê kitine û ji 4 mîlyon 106 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.