Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 201 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 201 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 86 hezar û 592 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 15 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 23 hezar û 655 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin .
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 464 hezar û 55 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 86 hezar û 17 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizişkî ragihand ku heya niha li Îranê 24 mîlyon 819 hezar û 290 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 5 milyon û 507 hezar û 841 kesan doza yekem a vaksîna Korona û 2 milyon 219 hezar û 693 kesan doza duyemîn stendine û jimara giştî ya vaksînên li Îranê hatine derzandin 7 milyon û 727 heza û 534 Doz hatine lêdan.