Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 146 kesên din bi vê vîrusê can dan
Tîrmeh 09, 2021 23:47 Asia/Tehran
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 146 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 85 hezar û 543 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 9 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 16 hezar û 596 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. ku ji wan hezar û 759 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 344 hezar û 122 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 995 hezar û 195 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.