Peyama sersaxiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê peyameke sersaxiyê da.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya Ehmed Cebrayîl, Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê peyameke sersaxiyê da.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da ji ber koça dawî ya têkoşerê newest Ehmed Cebrayîl sersxî da gelê Filistînê û gişt têkoşer û çalakên warê bicoş a têkoşînên Filistînê û gişt hêmayên Berxwedanê li navçeya Rojavayê Asyayê û malbata Sekreterê giştî yê Bereya Gel jibo Rizgariya Filistînê.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir ku vî mêrê wêrek ê pirrxebat, temenê xwe da ser têkoşîna jibo welatê xesbkirî û gelê xwe yê bindest.