Tîrmeh 01, 2021 22:12 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 125 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 125 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 84 hezar û 389 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 1 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 14 hezar û 303 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. ku ji wan hezar û 560 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 218 hezar û 860 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 889 hezar û 939 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amarên fermî yên welatên cîhanê heya vê demê zêde ji 183 milyon kes li cîhanê bi Koronayê ketine ku  zêde ji 3 milyon û 960 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv