Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Hilbijartin hemase bû; Hêviya dijminan li pirsgirêkên jiyanê, bidestxistina hêjatiya berbijaran û Koronayê serê xwe negirt
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Gelê Îranê di rewşa koronayî da û dijwariyên aborî wek serketiyê sereke yê hilbijartinê, işkest û serneketin kir para dijminên Îranê û kesên girêdayî bi wan.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di hevdîtina digel Serok û berpirsên Saziya Dadweriya Îranê da ku bi boneya Hefteya Saziya Dadweriyê hat lidarxistin, çalakiya bi hezaran saziyên propagandayê ji wan medyayên amerîkî û inglîzî û hin welatên paşverû û rûreş û bikaranîna hejmareke xayînên îranî jibo devberdana gelê Îranê ji beşdariya di hilbijartinan da li cîhanê bêmînak da zanîn û got: Wan hêviya xwe li hin behaneyan ji wan pirsgirêkên jiyanê an hin bûyerên ku piştra qewimîn weke mijara bidestxistin an bidestnexistina hêjatiya berbijaran jî girêdabû.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî mijara Koronayê û bandora derdora sedî 10 a wê li ser beşdariyê li gorî hesabên karzanan bi bîr xist û got: Tevî van meseleyan, gel bi refên bicoş û gotinên xwe yên bi moral ji saetên destpêka sibeyê va hemaseyeke mezin û rasteqîn xuliqand û kulmeke qahêm li sîngê boykotker û dijberên hilbijartinê xist.
Wî hin bûyerên di pêvajoya hilbijartinê da sebeba tecrube û ibretê da zanîn û got: Di munazireyan da cihêrengiya fikr û ramanan hat dîtin, di eynî demê da hemî berbijarên rêzdar tevî îlqaya dijminan di vê yekê da hevnêrîn bû ku rêkarek jibo pirsgirêkên aborî yên welêt heye û tu astengiyek tune.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî bibîrxistina rikeberiyên hilbijartinê li Amerîkayê û dijûndana berbijaran dijî hevdu, got: Amerîkî mînakeke baş nînin, loma mirov di mijarên siyasî da divê bi berçavgirtina edeb û aliyên exlaqî û şer'î û bêyî bêrêziyê biaxive, ne ku şêwazên dijûndan û bêrêzîkirinê yên amerîkiyan bi kar bîne.
Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi gotinên rayedarekî amerîkî derbarê Îranê, got: Hilbijartina Ameîrkayê li ber çavê gişt cîhanê veguherî serşûriyê, niha heman merivên serşûr piştî çend mehan ziman derxistine û rexneyê li hilbijartina Îranê digirin, di halekî da ku ew bi wê serşûriyê, êdî nabe ku peyvekê derbarê hilbijartinê bibêjin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha şehîd ayetullah Bihiştî alimekî ramanwer, kasayetekî nasyar û bi rastî înqilabî, momin, muteşeri' û pirr bibandor da zanîn û got: Şehîd Bihiştî bi damezirandina karê dijwar û mezin ê pêkanîna Dadweriya Îslamî û rolhebûna di amadekirina qanûna bingehîn da deynekî mezin li ustiyê welat û gel heye û ev deyn û maf divê were naskirin.
Wî tevî amajeya bi cinayeta diltezîn a Minafiqan a şehîdkirina ayetullah Bihiştî û derdora 70 kes ji kesayetên din ên bijarde, got: Ev kujerana aşkira derheqê vê cinayetê mukur hatine; Lê roja îro bi piştevaniya Fransa û welatên din ên dawakerê Mafên Mirovan bi serbestî dixebitin; Vêca mirov ji weqahet û bêşermiya rojavayiyan di îdiayên mafên mirovan û dayîna trîbûnê û piştevaniya ji van terorîstan matmayî dimîne.