Hezîran 27, 2021 21:13 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 134 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 134 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 83 hezar û 845 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 27 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 758 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 93 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 167 hezar û 741 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 835 hezar û 633 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amaraên fermî yên welatên curbicur heya vê demê 181 milyon kes zêdetir li cîhanê bi Koronayê ketine û zêde ji 3 milyon û 934 hezar kes jî ji ber vê vîrusê can dane.

Serepeyv