Derba Wezareta Itila'ata Îranê li banda mezin û navneteweyî ya madeyên hişber
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327199-derba_wezareta_itila'ata_Îranê_li_banda_mezin_û_navneteweyî_ya_madeyên_hişber
Banda mezin û navneteweyî ya madeyên hişber ku li benda tranzîta barekî bo derveyî Îranê bû, ji aliyê hêzên Wezareta Itila'ata Îranê va li parêzgeha Elborzê hat naskirin û jihevxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2021 17:01 Asia/Tehran
  • Derba Wezareta Itila'ata Îranê li banda mezin û navneteweyî ya madeyên hişber

Banda mezin û navneteweyî ya madeyên hişber ku li benda tranzîta barekî bo derveyî Îranê bû, ji aliyê hêzên Wezareta Itila'ata Îranê va li parêzgeha Elborzê hat naskirin û jihevxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Itila'ata Îranê roja Çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Bi kiryar û hevkariyên itilaatî yên hêzên Wezareta Itila'ata Îranê di rêveberiyên giştî yên Itilaatê yên parêzgehên Azerbaycana Rojava û Elborzê, bandeke mezin û navneteweyî ya madeyên hişber ku li benda tranzîta barekî bo derveyî welêt bû, li parêzgeha Elborzê hat naskirin û jihevxistin.

Li vê operasiyonê 4 kes ji endamên bandê hatin girtin, 3 erebe hatin desteserkirin û 700 kîlo madeyên hişber ji cûreya heroînê jî bi bihayê teqrîbî yê zêdetirî 70 miliyar tomanî hat vedîtin û desteserkirin.