Hezîran 14, 2021 20:23 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 119 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 119 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 82 hezar û 217 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro sêşemê 14 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 hezar û 715 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ku ji wan hezar û 246 kes di nexweşxanan de hatine razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 39 hezar û 432 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 666 hezar û 601 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Pêketiyên Nexweşiya Koronayê li Cîhanê li gor amara fermî ya welatan ji 176 milyon kesan derbas bûye û zêde ji 3 milyon 820 hezar kesan jî ji ber vê nexweşiyê can dane.

Serepeyv