Zerîf: Îran li herêmê li aştî û aramiyê digere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326881-zerîf_Îran_li_herêmê_li_aştî_û_aramiyê_digere
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, îro sêşemê di rûpela xwe ya Twitterê de gotûbêjên xwe digel nûnerên sekreterê giştiyê NY yê Yemen û Efganistanê kêrhatî bi nav kir û tekez kir ku Îran li herêmê li aştî û aramiyê digere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran li herêmê li aştî û aramiyê digere

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, îro sêşemê di rûpela xwe ya Twitterê de gotûbêjên xwe digel nûnerên sekreterê giştiyê NY yê Yemen û Efganistanê kêrhatî bi nav kir û tekez kir ku Îran li herêmê li aştî û aramiyê digere.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf têkildarî hevdîtinên xwe yên roja Sêşemê digel Jean Arnault, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê, û Martin Griffiths, Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY yê Yemenê, li ser Twitterê li Têhranê nivîsî: Pêvajoya aşitiyê divê bêyî hemî zextên derveyî ya hemî Afganî û Yemeniyan bibe.

Zerîf civînên xwe yên digel nûnerê sekreterê giştiyê NY yên karûbarên Yemen û Efganistanê bi feyde û kêrhatî wesif kir û got: Îran her gav li navçê li aştî û aramiyê digere.

Komara Îslamî ya Îranê wekî yek ji welatên xwedî bandor li herêm û cîhanê, her dem hewl daye ku krîzên li herêmê, di nav de kirîza Efganistan û Yemenê, bi diyalog û siyasetê çareser bibe.