Îro; 15ê Xordadê salvegera serhildana dîrokî ya Îmam Xumênî (RE)
Îro (Çarşemî) 15ê Xordadê (5ê Hezîrana 2019an) hevdem e digel salvegera serhildana dîrokî ya Îmam Xumênî (RE) di sala 1342an a Koça Rojî (1963an) .
Serhildana 15ê Xordada 1342an xaleke girîng di dîroka Înqilaba Îslamî de û destpêka bizava îslamî ya gelê Îranê ye.
Kirêgirrtiyên Rêjîma Pehlewî 15ê Xordada 1342an anku 56 salan beriya niha û di bûyereke tehl de li pey axaftina riswakerane ya Îmam Xumênî (RE) li medreseya feyziye ya Qumê li başûrê Têhranê bi destdirêjiya ser mala hezretê Îmam Xumênî (RE) li vî bajarê pîroz, ew girtin.
Îmam Xumênî (RE) di roja Aşûraya Îmam Hisên (S) de li medreseya Feyziye ya Qumê di axaftineke bicoş û riswaker de, perde ji ser cinayetên Rêjîma Pehlewî û têkilliyên Rêjîma Şah digel Israîlê avêt.
Gelê bajarên cûrbicûr ên îranê wek berteka li hemberî girtina Îmam Xumênî (RE) derket nav kolanan û xwenîşandaneke berfireh li dijî Rêjîma Şah li dar xist.
Di vê xwenîşandana gelanî de, hêzên serkutker ên saziya ewlehiyê ya Rêjîmê bi êrîşa hovane ji wan êrîşa ser Medreseya Feyziye ya Qumê, komeke zêde ya gel şehîd û birîndar kirin an girtin.
Ev rabûna dîrokî destpêka rûbirûbûna bizava îslamî li hemberî hikûmeta zorbêj a Rêjîma Pehlewî bû û rewşeke xweş jibo pêkhatina bingehên fikrî, siaysî û civakî yên Înqilaba Îslamî amade kir.
Îmam Xumênî (RE) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê di 15ê Xordana sala 1342an de bizava siyasî ya dijî hikûmeta zorbêj a Rêjîma Şah derbasî qonaxeke hestiyar kir û di heyama zêdetir ji dehsalan de, tûşî gellek ji dijwariyan bû û bo derveyî welêt hat sirgûnkirin.
Bizava Îmam Xumênî (RE) ji sala 1963an ve dest pê bû û di sala 1979an de Înqilaba Îslamî ya Îranê bi ser ket û bi yeqîn Serhildana 15ê Xordadê roleke bêmînak û girîng di serketina vê bizava îslamî de hebû.