Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 155 kesan bi vê vîrusê can dan
Hezîran 04, 2021 20:35 Asia/Tehran
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 155 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 80 hezar û 813 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 4 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 209 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 426 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye du milyon û 954 hezar û 702 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 522 hezar û 702 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.