Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 161 kesan bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 161 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 80 hezar û 488 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 2 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 620 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 527 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye du milyon û 935 hezar û 443 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 494 hezar û 108 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor amarên fermî yên ku welatên curbicur ragihandine hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa Koronayê ketine ji 171 milyon kesan derbas bûye û zêde ji 3 milyon û 576 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.