May 22, 2021 00:24 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 200 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 200 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 78 hezar û 194 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 21 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 250 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 532 kes li nexweşxanan hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 815 hezar û 882 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 304 hezar û 824 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv