Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 202 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 202 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 76 hezar û 433 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 14 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 1o hezar û 145 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 545 kes li nexweşxanê hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 732 hezar û 152 kesan.
Ev amarana nîşan didin ku Şukra Xwedê hejmara pêketî û miryên bi Koronayê li Îranê here diçe kêm dibe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 196 hezar û 197 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor amara fermî ya welatên cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê li cîhanê ji 161 milyon kesan derbas bûye û hejmara miriyên ji ber vê vîrusê jî ji 3 milyon û 360 hezar kesan debas kiriye.