Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 351 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê
May 10, 2021 23:44 Asia/Tehran
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 351 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 75 hezar û 261 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro duşemê 10 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 18 hezar û 408 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 2 hezar û 517 kes di nexweşxanan de hatin razandin. Bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 673 hezar û 219 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 127 hezar û 192 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.