Îrana Îslamî di tazîdariya şehadeta Mewlayê Muteqiyan Hz. Elî (S) de
Îrana Îslamî di tazîdariya ji ber salvegera şehîdbûna hezretê Elî (s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê de, seranser şîndar û tazîdar e.
Îro 21 meha Remezana 1442`an a Koçî- Hîvî beramebrê 4`ê Gulana 2021`an, salroja şehadeta hezretê Elî(s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye.
Xelkê bawermend û momin û evîndarê Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê (S) yê seranserê Îrana Îslamî îro sêşemiyê bi hildana ala û elemên reş li ser deriyên mal û dikanên xwe û mizgevt, tekaya, husêniye û îmamzadeyan û di rewşa ku telîmatên tendirustiyê ji bîr nakin û berçav digirin ji ber salvegera şehadeta hezretê Elî (s), îmamê ewil ê şîeyên cîhanê, di rê û resmên curbicur ên tazîdari û şîngêriyê beşdariyê dikin.
Şeva buhurî jî di şeva şehadeta Hezretê Elî (s) de bi milyonan mumin û hogirên Ehlê Beytê (s) bi berçavgirtina telîmatên tendirustiyê ji ber pandemya Koronayê li bajar û gundên Îranê bi taybet li bajarên pîroz ên wekî Meşhed û Qumê dest bi şîngêrî û tazîdarîyê kirin.
Sibeha 19'ê meha pîroz a Remezanê, Ibnê Mulcem Muradî ji koma Xewaric (derketiyên ji ola Xwedê teala), li halê ku hezretê îmam Elî(s) îmamê yekem ê şîeyan li mizgevta Kûfeyê nimêja sibeyê dixwand, şûrê xwe ya bijehrkirî li serê mubarek ê wî hezretî da. Îmamê yekem ê şîeyan piştî lêketina derbeya şûr, li malê hat razandinê û du rojan piştî vê bûyerê yanî di bîst û yekê meha pîroz a Remezanê de şehîd bû.
Şevên 19, 21 û 23'ê meha pîroz a remezanê, şevên Qedrê ne û misilman bi şiyarmayîna di van şevan de, girtina Quranê li ser serê xwe, dua û dîlekan dikin û bi xwendina duaya Coşenê Kebîr, bi Xwedayê xwe re diaxwivin. Radiyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, ji ber salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên dinyayê sersaxiyê dide hemû misilmanan û azadîxwazên alemê.