Nîsan 26, 2021 17:59 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, nêzîkî 500 kesên din bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 496 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê jidespêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 70 hezar û 70 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro duşemê 26 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 21 hezar û 26 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 734 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 417 hezar û 230 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 892 hezar û 229 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor vê raporê, 15 milyonn û 313 hezar û 657 testên Koronayê li Îranê hatine encamdan. 

Serepeyv