Nîsan 22, 2021 14:15 Asia/Tehran
  • Koreya Başûr 30 mîlyon dolar diravên Îran yên blokebûyî azad kir ji bo kirîna vaksîna Koronayê

Serokê Odeya Hevbeş a Îran û Koreya Başûr tekez kir ku 30 mîlyon dolar ji diravên blokekirî yên Îranê li Koreya Başûr ji bo kirîna vaksîna Corona hatine dayîn.

Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB Newsê, Serokê Odeya Hevbeş a Îran û Koreya Başûr Husên Tenhayî got: Li Koreya Başûr heft mîlyar dolar çavkaniyên Îranî hatine asteng(bloke) kirin, ji van 30 mîlyon dolar ji bo kirîna vaksîna Corona hatiye dayîn.

Serokê Odeya Hevbeş a Îran û Koreya Başûr herwiha got: Biryar bû ku mîlyarek dolar deynê Îranê li ser Koreya Başûr bi diravî were dayîn, lê heya niha vî welatî ev deynê xwe nedaye.

Ji 2018-an ve, 7 mîlyar dolar yê Îranê ku ji ber firotina neftê bo Koreya Başûr li du bankên vî welatî hate asteng kirin û ji hingê ve gelek danûstandin hatine kirin ku Seûl vê deynê xwe bide Îranê lê heya vê demê xwe ji dayîna deynê ser xwe dûr kiriye.

Yek ji mijarên axaftina Serokwezîrê berê yê Koreya Başûr Chang Xi-kyun û karbidestên îranî di seredana wî ya Têhranê de ew bû ku Koreya Başûr diravê Îranê lê vegerîne.

Serepeyv