Nîsan 21, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em şanaziyê bi Artêş û Sipahê dikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku artêş û Sipah di her qonaxeka pêwîst li meydanê bûne, got: Ji ber talaş û fîdakariyên ku hêzên çekdar di 42 salan da derheqê gel û welatê xwe pêk anîn, em şanaziyê bi van hêzan dikin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna ddesteya dewletê da tevî amajeya bi Roja Artêşê, got: Roja 29ê Ferverdîna 1358an bi fermana hezretê Îmam Xumeynî (re) wek Roja Artêşê hatiye binavkirin û ew roijek bû ku li seransserî Îranê, gel xwenîşandaneke mezin pêk anî û dirûşmeya gel "Milet fîdayî Artêşê be" û ya artêşiyan jî "Bila Artêş fîdayî gel be" bû û komploya mezin ku hin koman jibo hilweşandina artêşê darêştibûn, bo hertim ji nav çû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Hezretê Îmam Xumeynî (re) çend rojan piştra di roja 2ê Ordîbihiştê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî damezirand. Ev du ferman her du girîng bûn. Heke pêngava Îmam (re) jibo vejiyandina artêşê di dawiya Ferverdîna 1358an û damezirandina Sipahê di Ordîbihişta 1358an da nebûya, di wê rewşê da heke şerek li sser me bihata sepandin, dê karesateka mezin li welê biqewimiya.

Serepeyv