Destpêbûna merasîma Roja Artêşa Îranê bi xwendina peyama Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî
Merasîma Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi xwendina peyama Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî dest pê kir.
Merasîma Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro yekşemê 18ê Nîsanê (29 Ferverdînê) bi xwendina peyama Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî dest pê kir.
Ji ber Pandemya Koronayê merasîm di 18ê Nîsanê de, bi birêzêveçûna bi tirombêlan dest pê kir.
Di merasîmê de Emîr-serleşker Seyd Abdulrehîm Mûsewî, Fermandarê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, û serfermandarên leşkerî yên payebilind beşdar dibin.
Merasima 18-ê Nîsanê, roja artêşê, bi gera maşînî û siyarkirî û bi slogana "Parêzvanên Welat; Alîkarên Tenduristiyê" dest pê kir.
Piştî serkeftina Şoreş Îslamî ya Îranê, di demekê de ku dijmin bi lawazkirina artêşê û çêkirina bêtifaqî û nakokiyê dixwestin ku li welêt ewlehî lawaz bikin û aloziyê bêxin nav welêt, Îmam Xumeynî (re) di peyamekê de, tekez kir ku pêdivî ye artêş were parastin û ji bo hevgirtin, yekbûn û yekperçetiyê artêşê, fermanek dîrokî û girîng derxist û roja 29 Ferverdînê (18ê Nîsanê) wekî Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.