Nîsan 17, 2021 12:01 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Hêzên çekdar amûrê stratejîk ên Îranê di dîplomasiya navçeyî û cîhanî da ne

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên çekdar û nemaze Artêşa Komara Îslamî ya Îranê wek amûreke stratejîk di dîplomasiya navçeyî û cîhanî ya Îranê da xwedanrol in.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê bi boneya 29ê Ferverdînê wek Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku 48 hezar şehîd û bi hezara canbaz û azadeyên artêşê nîşana berbiçav a mêrxasiyên artêşê û zarên artêşî yên gel di riya berevaniya dîn û welêt e, got: Hêzên çekdar û bi taybet artêşa KOmara Îslamî ya Îranê ji bilî pêkanîna derfeta parastina sînorên bejahî, hewayî û deryayî yên welêt xwedanê taybetmendiya pêşîlêgirtinê ye ku wek amûreke stratejîk di dîplomasiya navçeyî û cîhanî ya Îranê da rola xwe hebûye û heye.

Bi peyama dîrokî û vejîner a Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê di sala 1358an a koça rojî da, artêşa Îranê hat vejiyandin û 29ê Ferverdînê (17ê Nîsanê) di dîroka Îranê da wek Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat binavkirin.

 

Serepeyv