Nîsan 15, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî Roja Artêşê pîroz kir

Fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi peyamekê bo Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Roja Artêşê pîroz kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Di peyama pîrozbahiyê ya serdarê sertîpê pasdar Îsmaîl Qaanî, Fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bo emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Roja bi şanazî ya Artêşê fedakarî û mêrxasiyên artêşiyên hêja tîne bîra mirov.

Di vê peyamê da hatiye: Ev roj roja rêzgirtina li mêrxasiyên mêrina ye ku bi mêrxasî canê xwe di çeperên ewlehî, serxwebûn û berevaniya ji yekparçetiya welêt nemaze lehengiyên serdema Berevaniya Pîroz bi dilpakî pêşkêş kirin û mil bi milê Sipah û Besîcê ji kiyana pergala pîroz a îslamî berevanî kirin.

Îmam Xumeynî (re) wek bersiva bo sozdariya artêşiyan bo ramanên Înqilaba Îslamî û beyeta wan, sala 1358an a rojî roja 29ê meha Ferverdînê wek Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.

 

 

Serepeyv