Qalîbaf li ser azadkirina lezgîn a perê blokebûyî yê Îranê li Koreya Başûr tekez kir
Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê, di civînek digel serokwezîrê Koreya Başûr, tekez kir: Em bi hêviya çareseriyên tavilê û pratîk in ji bo jiholêrakirina pirsgirêka çavkaniyên diravê biyanî yên Îranê û azadkirina diravê blokkirî yê Îranê.
Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, "Muhemed Baqir Qalîbaf", Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, roja Duşemê di civînek digel Serokwezîrê Koreya Başûr, Chang Xi-kyun got:.Gişt netewyên cîhanê bi taybet neteweya bi medeniyet û bi çanda kevn ya Îranê, dost û hevalên xwe yên rojên tengiyê nas dikin.
Qalîbaf kiryara bankên Koreya Başûr bi tundî rexne kir ku rê li ber Îranê girtine ku destê wê negihêje diravê wî yê li van bankan û got: "Hêviya me ji Serokwezîrê Koreya Başûr û hukûmeta wê ew e ku çareseriyên tavilê pêşkêşî bikin û diravê Îranê yê astengkirî azad bike."
Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê her wiha got: "Ez hêvî dikim ku seredana serokwezîrê Koreya Başûr bo Têhranê ji nû ve bibe sedema destpêkirina hevkariya siyasî, aborî û çandî di navbera her du welatan de."
Serokwezîrê Koreya Başûr jî di vê civînê de, destnîşan kir ku komek rayedarên aborî û siyasî yên Koreya Başûr hatine Tehranê ji bo peydakirina çareyan ji bo têkiliyên navbera her du welatan û got: "Ji ber cih û şûna taybet a Îranê di têkiliyên Koreya başûr de em bi hemû hêza xwe hewl didin ku pirsgirêkan derbas bikin.
Serokwezîrê Koreya Başûr roja Yekşemê hat Têhranê ku bi karbidestên Komara Îslamî ya Îranê re bicive.