Xetîbzade: Serokwezîrê Koreya Başûr dê were Îranê
Nîsan 09, 2021 18:01 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala hatina serokwezîrê Koreya Başûr bo Îranê jibo hevdîtina tev rayedarên Komara Îslamî ya Îranê û gotûbêja derbarê mijarên dualî kir.
Li gorî rapora Îniyê ya IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Çûn Sî Kiyong di rojên Yekşemî û Duşemiya hefteya bê dê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Îranê ra û gotûbêja derbarê mijarên dualî ji wan mijara sînordariyên neqanûnî yên pêkhatî jibo bidestxistina pereyên Banka Navendî ya Îranê li vî welatî were Têhranê.