Rûhanî: Heke Amerîka vegere sozên xwe, em jî dê vegerin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Heke vîn bihêz be û amerîkî vegerin beriya boykotan, em jî dê heman rojê dê vegerin ser sozên xwe.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da bi gotina vêya ku boykot zilmekî mezin li gelê Îranê ye ku divê were rakirin, got: Heke vîn bihêz be, Amerîka di rojekê da dikare boykotan rake, em jî dê vegerin sozên ku me ji berê va cih dianîne.
Rûhanî bi gotina ku di behsa boykotan da sedî sedî Ameîrka aliyê qusûrkar bû û tu kesekî nikare şik û gumana xwe lê bîne, got: Amerîkiyan di serdema Trump da boykot, karê neqanûnî, nemirovane û têrorîstî cih anîn û gelê me ji her tiştî bêpar kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi kirêtiya dewleta berê ya Ameîrkayê û got: Wan heta xwarek û dermanê gel boykot kirin û dewleta herî qirêj a dîroka Amerîkayê jibo navçeyê, jibo welatê me, jibo gelê Filistînê û heta jibo gelê xwe, dewleta qirêj a Trump bû.
Rûhanî xitabî dewleta nû ya Amerîkayê got: Hûn mijûl in kiryarên terorîstî didomînin, we pereyên me asteng kirine û nahêlin buikevin ber destê me; We pêşiya ticareta me girtiye, heta di kirrîna vaksînê da jî kêşeya me heye û hûpn nahêlin vaksîn bikeve ber destê me.