Adar 30, 2021 21:57 Asia/Tehran
  • Rebiyî: Di belgeya hevkariyê ya Îran û Çînê de ji bo aliyan tu berpirsiyarî û wezîfedariyeke xwe tune

Berdevkê hikûmeta Îranê got ku belgeya hevkariya Îran û Çînê peyman, wezîfename û rêketinama navneteweyî nine û got: "Ev belge tenê nexşeyeke rê ye û ji bo ti aliyekê ti berpirsiyariyek nagire nav xwe."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iranê Pressê, Elî Rebiyî îro Sêşemê di yekemîn konfêransa rojnamevanî ya sala 1400-an a Hicî Tavî de, di bersiva pirsên nûçegihanan de di derheqê belgeya berfireh a hevkariya Îran û Çînê û nezelaliyên di derheqê wê de çêbûyî, got: Wezareta Karê Derve rapora vê belgeyê ku gişt sernivîsar û sernavan û naveroka rêketinnamê  digire ber xwetê weşandiye û bi hêsanî li ber destê her kesî ye.

Berdevkê hikûmeta Îranê diyar kir ku weşandina tevahiya nivîsê maye ser qebûlkirina her du aliyan, û got: "Me bi xwe ti tirsek ji weşandina gişt naveroka vê rêketinnamê tine, lê dibe ku bawer û mebesta aliyê Çînî eva nebe."

Rebiyî destnîşan kir: "Her çend hin welat, ji wan hukûmeta amerîkî, ya ku li pergalek yekpolayî digere bêyî parastina mafên hinên din li cîhanê, ji kiryarên weha ne razî ne, lê ji me re ne girîng e, li gorî berjewendiya me ya neteweyî digel her welatekî em guncan dibînin, Em ê belgeya hevkariyê îmze bikin".

Berdevkê hikûmeta Îranê got ku di xalên vê belgeyê de, di nerînek 25-salî de, divê her du alî nêzîkatiyek li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û berçavgirtina berjiwendiya dualî ku her du welat ji hevkariya dualî ya herêmî û navneteweyî de jê sûdmend bibin, hebin  û got: Parastina mafê dewletan e ku serweriya wekhev bikar bînin, di beşek din a vê belgeyê de ev mesela dikeve ber çavan.

Rebîyî di dewamê de got: "Bi girêdana pirsgirêkên herêmî û navneteweyî û nemaze xebata dijî yekalîtiyê, vê belgenameyê zemînek pêwîst ji bo berfirehkirina hevkariyê di qada navneteweyî de di navbera Îran û Çînê de amade kiriye. Her weha, her du alî dê binesaziya parastinê û dij -terorîzm û hevkariyê di warên cûrbecûr yên parastinê de xurt bikin.

Serepeyv