Adar 25, 2021 14:15 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em ê Piştevaniya ji berhemanînê û rakirina berbendan li seranserî Îranê cih bînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em ê Piştevaniya ji berhemanînê û rakirina berbendan li seranserî Îranê muheqeq bikin.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtin ji projeyên neteweyî yên Rêxistina Navçeyên Azad, got: Dirûşmeya salê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Piştevaniya ji berhemanînê û rakirina berbendên wê di asta navlêkirinê namîne û em ê di pratîkê da wê li seranserî Îranê cih bînin.

Rûhanî her wiha got: Heta dawiya vê dewletê em ê hewildana xwe cih bînin û dewletên din jî dê vê riyê bidomînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Vekirina projeyan nîşana serneketina boykota dijminan e.

Li gorî gotina Rûhanî, Îro bi qasî zêde ji 5800 miliyar toman proje bên vekirin ku dê bibe sebeba çêbûna kar jibo 5 hezar kesî.

 

 

Serepeyv