Adar 20, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Rûhanî di peyama Newroza sala 1400-an a Hicrî Tavî de: Berxwedana miletê Îranê bû sedema şikestina dijminan

Di peyama Newroza sala 1400-an a HT de, serokê Komara Îslamî ya Îranê berxwedana netewa Îranê wekî sedema têkçûna dijminan nirxand.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Serok Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, di peyama xwe ya Nûrozê de bi minasebeta sersala 1400 tavî, hatina sala nû pîroz kir û behsê şerê hov û zalimane ya aborî dijî neteweya Îranî kir û got: Netewa Îranê di rewşekê de kete nav şerê li hemberî Koronayê ku ne tenê ji arîkariya cîhanî ya asayî ya cîhanê li hemberî vê pandemiyê bêpar bû, belkî di bankên biyanî de ji sirwet û diravê xwe jî bê par bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê dîyar kir: Ev demsala dijwar û sar û ev belayê mezin yê Koronayê û têkoşînek hevdem li çend bereyên cûda; ji ber hemaseya sebir û berxwedan û tevdîra neteweya Îranê bû demsaleka rohn û bişanazî di dîroka Îranê de.

Rûhanî herwiha got: "Îro dijminên milet qebûl kirin ku ne mimkûn e ku bi miletê mezin ê Îranê re bi zimanê zor, gef û sizayan bipeyivin." Ji ber vê yekê, piştî têkçûna sê salan, ew neçar in ku vegerin ser riya lihevkirina avaker a bi neteweya Îranê re.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Di warê siyaseta navneteweyî de, me sermaya siyasî ya hêja berhev kir ku encama wê serketinên li pey hev li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Civata Ewlekariyê ya vê rêxistinê û Dadgeha Laheyê bûn; Roja îro, me bi cîhanê re têkiliyek berfireh, kûr û stratejîk heye û dijminên me di helwestên xwe yên li dijî me de îzole û bê hêz in.

Rûhanî tekezî li ser beşdariya bi coş û girseyî ya gelê Îranê di hilbijartina serokkomariyê ya sala 1400-an HT de kir û got: "Hilbijartinên bi coş û bi beşdariya herî zêde dê ji bo pêkanîn nû serêxwegirtina daxwazên gelê Îranê di dehsala yekê ya sedsala panzdehan ya Hicrî de şert û mercek pêşîn e. "

Serepeyv