Salroja jidêbûna Îmam Husên (S) Roja Pasdaran pîroz be
Sibê Çarşem 17 Adarê hevgavê 3`yê Şeibana 1442 ya Koçberiya Heyvî, salroja jidêbûna Îmam Husên (S) û Roja Pasdaran li Îranê ye.
3`yê Şiebanê salroja jidêbûna bimbarek a parêzvanê herî mezin ê Îslamê û dînê hezretê Mihemed (S) e ku bi fidakariya bêmînak a xwe li Kerbelayê, dersa azadîxwazî û rûmetê fêrî hemî dinyayê kir, kesayetîyekî mezin ku bû mînaka berevanî û parastina Qurana Kerîm û Îslama Hêja.
Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Hz. Îmam Xumeynî (RE) roja ji dêbûna mînaka parêzvaniya Îslam û mirovaniyê Hz. Îmam Husên (S) li Îranê wek roja Pasdaran (Parêzvanan) bi nav kir.
Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, wekî hêzek leşkerî ya bibandor di parastina Inqilaba Îslamî û Komara Îslamî ya Îranê de, yek ji rûmetên mezin e ku her dem di dîroka Îranê de ronî dike.
Radyo û Televîzyona Kurdî ya SAHAR`ê vê roja bimbrek li hemî misilmanan û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.