Adar 13, 2021 22:28 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Êrîşa li ser keştiya Îranê xerabkarî bûye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê êrîşa li ser keştiya Kantînerhilgir a Îranê kiryareka xerabkarane da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Şemiyê got: Raporên wergirtî êrîşa xerabkarane li ser keştiya kantînerhilgir a Îranê ku di dijayetiya aşkira digel mafên navneteweyî û mafên deryayan e, piştrast dikin.

Xetîbzade tevî şermezarkirina vê kiryarên got: Pêkanîna kiryarên pêwîst derbarê naskirina sebebkarên vê kiryara xerabkarane ketiye rojeva beşên cûrbecûr û şopandinên pêwîst di vî warî da bi awayekî cidî didomin.

Elî Xiyasiyan berdevkê Kompaniya Keştîvaniya Îranê pêştir ragihand: Li pey lêketina teqemeniyekê li keştiya kantînerhilgira Îran Şehrê Kurd (IRAN Shahr Kurd) di hefteya borî da li Deryaya Sipî, beşek ji keştiyê tûşî ziyanê bû.

 

 

Serepeyv