Serleşker Sefewî: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin
Adar 13, 2021 22:23 Asia/Tehran
Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê destnîşan kir: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Serdar serleşkerê pasdar Seyid Yehya Rehîm Sefewî Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê roja Şemiyê got: Cîhan tê guhertin û şerên pêşerojê tam ciyawaz digel berê ne û nêrîna li berevanî û ewlehiyê û hêmanên bibandor li ser wê di halê guhertinê da ne.
Rehîm Sefewî got: Di pêngava duyem a Înqilabê da, berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayên bidestxistin.
Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê got: Di pêngava duyem a Înqilabê da me pêwîstî bi fermandarekî heye ku ji bilî bawerî û mêrxasiyê, ji zanista leşkerî jî sûdê werbigire.